serbazî

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  612 views
ke hate basî namûs û huner bê qîmete ewlad
le pêy ’îziz û şeref ferze ser û małit bidey berbad
le ’îşqî taqe xałê bû le çahî ẍebẍebî şîrînPerson
ke êsteş coşî her mawe esasî şořşî ferhadPerson
leber çî wa leser xakî weten xoman be kuşt nadeyn?
ke tenha taqe baxêkî ejî sed cennetî şeddad
le bîrim dê şewê bułbuł be neẍmey piř meqam eyut:
kesê kelley be şořş bê le neng û ’arye azad
le darî pîrmesûr û pîre destûrit çi nef’î dî?
le qebrî mame şake û sofî řîş sûrit çi dî îmdad?
de kurde besye bê hoşî were gwê řagre bo min
bizane şî’rî min naf’itire bo to le sed ustad
be wełła kurde min emirim le paşan her ełêy hey hay
edîbê tir wekû qani’Pen name le kwê bê dad û hey bêdad