pênc xiştekî leser şî’rî eḧimd muxtar caf

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1097 Dîtin
lecêy teyyare kurdîne kiłaş espî sefertane
terîq nabêtewe kurde kewa ker barebertane
lebatî tacî azadî betopeł quř lesertane
lexew hestin direnge mîlletî kurd xew zerertane
hemû tarîxî ’alem şahdî feził û hunertane
legeł tome de gwêt lêbê hetakey bendî û meḧkûm
heta key fîtneyî yektir hetakey negbetî meş’ûm
le azadî jyanî xot hetakey bêbeş û meḧrûm
desa têkoşîn ey qewmî necîybî bêkes û mezłûm
begurcî bîbiřn ew řêge dûrey wa lebertane
werin bo merhemî zam û birînî cergî kun kuntan
becarê des beyek bigirin kuř û pyaw û kiç û jintan
hetakû tewqî meḧkûmî hemû laben legerdintan
bixiwênin çûnke xwêndin bo dîfa’î têẍî dujmintan
hemû an û se’atê ’eynî qełẍan û sipertane
bira em bêşeye bêşey hezaran şêrî piř qîne
eger dîqqet le xakit key ezanî xakî zêřîne
eme mîratî babane kewa êstake xemgîne
bexořayî ledestî ber meden em xake şîrîne
ke tozî wek cewahîr, surme û kuḧlî besertane
temaşay şîwenî min ken eya ey polî haw ferdan
çilon egrîm be kuł bo lawî lêqewmawî bin berdan
werin gişt bêne ser řêgey biřayî her wekû merdan
beser xaka eger nazîş biken ḧeqtane ey kurdan
temaşay sêberî em şax û kêwaney lesertane
be xwênî xot û ewladit çi xoşe abřû bikiřn
bewełła ḧeyfe bo êwe lenaw yaraneda bizirin
le řêgey mişte xakêktan becarê yek be yek bimirin
bebê qedrî beserya řamebûrin ḧurmetî bigirin
gułałey sûrî em seḧraye xwênawî cigertane
meken men’im ke da’îm îş û karim zarî û şîne
wekû pyawî bira mirdû sedam her ah û nałîne
ewa şêtim le dax paşkewtinî em xake şîrîne
demêke em wiłate pestî bê ’îlmî û nezanîyne
lesayey ’îlmewe emřo îtir norey zefertane
dexîle deste damanim ledes xot bernedey firset
nełêy labe bemin çî ba nekewme kêşe û zeḧmet
bebê zeḧmet nebînrawe birakem řeḧmet û nê’met
zibanî ḧałî eḧmedKes her ełê wirya bin ey mîllet
bizanin berdî em seḧraye ełmas û guhertane