matem wekû zułfeynî sîyeh girtî serapat

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  7346 Dîtin
matem, wekû zułfeynî sîyeh, girtî serapat
poşî le řuxt te’bîyeyî beydeq û şamat
taqane yetîmî xelefî axrî nîsan!
to xoş bî, sedef bû be fîdat, dûr bî le afat
bo fewtî sedef ḧeyfe biřêjî durerî eşk
zay’ meke duř dane be ẍarat û xesarat
dîdet wekû guł sûre, piřî şebnimî eşke?
ya laleyî piř jałeye dû nergisî şehlat?
bo giryeyî to řenge minîş hênde bigryêm
gewher biřjênîn be bułindîy qed û bałat
lakîn eme dunyaye, gehê sûre, gehê şîn
la yis’elu men ’aşe, we menْ mat, we menْ fatErebî?!
bes girye bike bo pider û babî ḧîcabit
bêbabîy to mûrîse bo wesił û mulaqat!
bêbabîy to bo min û to babî futûḧe
bêbabîy to xwasteyî min bû be awat
bêbabî muradî min û to bû be temenna
bêbabî du’ayî min û to bû be munacat
ew babe ke fetiḧ û zeferî qel’eye qel’î
ba qel’î bika zelzeleyî hazîmî lezzat
ew pîrî xeref, afetî merdî û sefa bû
to şox û cwan, dûr bî le afat û xerafat
ew fewt û wefate sebebî ’ehd û wefate
çû sa’îqeyî berdî ’ecûz û, guł û mil hat
guł tacî leser na û, çemen mexmełî poşî
hat mujde ke xel’et geyîye ber be mubahat
hat zemzemeyî bulbul û awazeyî qumrî
hat badî seba, dên û deçin ’er’er û banat
necim û şecer û nergis û enwarî şikofe
cîlwey çemenin, ye’nî zemîn bû be semawat
mawerde leser xermenî guł ’etirfişane,
ya awî ḧeyate: ’ereqî wirdî muḧeyyat?!
gułşen wekû bezmêke ke aḧadî huzarî
bo taqe gułêkî geyîye řutbeyî mî’at
to baqîyeyî saqîyeyî seḧnî çemen be
meydan hemû mey dane be kasat û be tasat
nalîNasnava edebî yek û ew kes ke temamî ẍezelî bîst
me’lûmî buwe zor û kemîy xarîqî ’adat