namey firmêskawîm

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  251 Dîtin
namey min bo to perî xan tewaw nabê
be hezaran peře siteme kota bê
sedan hełbestî bekułî tir binûsim
bot derbiřim sikała û soz û efsûsim
bas bikem çende peşêwim le dûrît
çend şêwaw û perêşanim bezwîrît
çon xem wek tem řojî lê kirdûm be şew
dûrît çon lêy ḧeram kirdûm xorak û xew
herçend binûsim derbiřim hestî bekuł
be firmêskî xwênînî çaw, zûxawî dił
kota nabê û diłîşim aw naxwatewe
her etirsim bimirim min bew awatewe
ke pêkewe wekû xełkî bextyarane
bijîn ledway ew siza û sextî zîndane
ew hemû so û eşkenceyey çêjawmane
ew gişt barî naxoşîyey kêşawmane
tołey hemû nekeynewe gyanî şîrîn
be xoşî û şadî pêkewe hemû bijîn
bełam na gyane takû bûyn be wefa û cwan
legełma hawbeşî jînît heta neman
her egeyne ew awatey ke hemane
ke pîroztirîn amancî herdûkmane
çunke řastî û pakî gyane ser’ekewê
çewtî û napakî û bêwefa her enewê