awat û siza

bo kak ’ ẍ
Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  258 Dîtin
xoşewîstîy to wek xorak û aw
wek xewxoşî, wek gilêney çaw
bo min pêwîste heta dway jyan
le naw xwênmaye û têkełe be gyan
êstaş ke bendî naw em zîndanem
gîrodey konî em bendîxanem
gyanim beweye leser yadî kon
benî xeyałim enim honbehon
hełwêstekanî pêşû wek filîm
dênme pêş çaw leserî ejîm
ger weha nebêt siteme jînim
siza biçêjim şêwet nebînim
gişt kat hewałî tom ke egatê
diłim sist ebê zyatir le satê
kiłpey darî kûrey germî dił
henaw be carê ehênête kuł
henasey sextî agirînim wa
bekomeł wekû kiłpe der eka
min tenya ewe pîşeme ke to
her dûrît boye wa eçêjim so
keçî emřokeş bîstim nexoşî
beřastî herçî hoş bê ya xoşî
herçî twana bê hêz bê be carê
sed qat le piley xoy hate xwarê
kam hoş û xoşî û twanam bimênê
kam řûnî lenaw diłma binwênê
ke to nexoş bît êsta le cêda
kewtibît min çon diłim şeq neba
ke her netwanim çawim pêtkewê
îtir tuxwa çon diłim bisrewê
umêdewarim awatim waye
kem katewe lêt a em sizaye
çak bibîtewe û hergîz lemewla
nexoşî bêt û belata neřwa
înca serim beyt bêyt bo bînînim
ey hêzî ejno û awatî jînim
min bêcge lewey dîlî dawî tom
ke gyan nazanim hergîz be hîy xom
diłimit birduwe jîn le destitaye
êsta leşîşim wa le bendaye
min desełatim nîye serit bem
wek carî caran sikałat bikem
êsta ke bînîn ledest todaye
ey gyanî şîrîn awatim waye
her çak bûytewe hêzî jyanim
bê westan xêra bêyt bo serdanim