dwa dyarî

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  249 Dîtin
diłim guşîwe çî tyaye hemû
le eşkence û so û zûxawî piř bû
bo kîsey, pêstî diłim girtuwe
hemûm be carê cwan têkirduwe
le qerax cergim girtuwe wekû taw
teřim kirduwe be firmêskî çaw
giştîm bo nardît be sikaławe
bew sîrmey cergim derkîm pêçawe
ta bew dyarîye diłî wek sengit
nerim bê û hełbê lêwî bêdengit
bizanît piley xoşewîstîy min
ewende berze le çaw buwe win
nek wek legeł řoj û kata bim
çon řoj bigeřê minîş her wa bim