hawbeşî xemtim

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  495 Dîtin
gyane hawbeşî xefet û xemtim
hawbeşî zarî û pestî û matemtim
çunke henaw û dił û hoşî to
jyanî xoşî yan naxoşî to
hemûy hîy mine çunke yek leşîn
yek dił û gyan û yek parçe û beşîn
min û to yekîn, yek leş û endam
řûman wa le yek awat û encam
emřokeş kewa pirsete gyane
be diłta neyet yan wa mezane
ke min bextyar û şad û diłxoş bim
yaxud lew xemey to feramoş bim
bełkû wekû to pirse û şînme
êsta naxoştir katî jînme
ke to řeşpoşît minîş şînpoşim
wêney to xem û siza enoşim
bełam gyanekem bes nîye ke to
wek min bend nakey êş û of û so
pîş naxoytewe û tilawtil nakey
etwanît ke xot le so řeha key
çunke pirseker diłnewat ekat
xemit sûk ekat, diłxoşît edat
bełam gyanekem minî dił piř zam
kes pêm nazanê û kes nayete lam
ca leber ewe zor zyatir le to
beşî min bote eşkence emřo