perêşanim

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  260 Dîtin
şîrîn gyan êsta wa şew direnge
şar kişumat û bê wirte û denge
meger yekêkî wek min derdedar
xoşî bûbête siza û so û azar
çawî be xewîş nebînê xewtin
le tawî derdî, til bat wekû min
egîna gyane kes nîye êsta
wek min ta ferda her tilawtil ka
ca gyane, şîrîn xoyşim nazanim
boçî bew core wa perêşanim