meynetî dił

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  286 Dîtin
le tawî kas û wiřî xom qaçim nebû boy danîştim
be sersamî û pirsyarewe emut bo hoş becyê hêştim
cêy nemawe yan bend nabê le dîwarî jîna xiştim
yan kirdewey bedkarane kewa melî hîway kuştim
yan meynetî řojgare şikanî biřbiřey piştim
nek daxî xoy bełkû daxî herçî dinyaye pêy řiştim
bełam wa řastîm bo derkewt ke emane hîçî nîye
her bêwefayîy şîrîn bû ke mirdinî naye miştim