bêwefayît kird!

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  288 Dîtin
ew karey to be minit kird
weha becarê ke lenawmit bird
ba be dewarî domî nekirduwe
dujmin be dijî xoy nenwanduwe
yecgarî berdî bêwefayî to
kewa hawîştit bêbakane bo
ew koşke şûşe cwaney kewa
dirustiman kirdibû bo melî hîwa
şikandit, hemût heprûnheprûn kird
parçey gewret kird be řizałî wird
mele cwanekey «awat»yişimit kuşt
nazanim daxî çî bû pêmtiřşit?!
xo layxoy ême herdû pêkewe
be êş û siza û be firmêskewe
a ew koşkeman bew jîne tałe
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
ta dirustiman kird pisayn herdûkman
bo gułî jîn û melî awatman
keçî nazanim sipłey bêwîjdan
hey bêbezeyî, diłřeq, na’însan
to be se’atê řenicit dayn be ba
boçî wehat kird, bûy bêwefa
min çîm kirdibû henawmit piçřan
wa melî cwanî awatimit miran?
wa koşkî hîwa û jînit řûxanim
xunçey awatit hełpiřusqanim
bełam bêwefa êstakeş min her
diłim nahênê pêt biłêm bêfeř
ewem le dest dê biłêm bêpeyman
qet azad nebî wek minit fewtan
hîç kat le jyan neḧewêytewe
wek min qet diłit neḧesêtewe