dił perêşane

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  422 Dîtin
lepêş çawme pêkenîneket
pirçî xurmayî û çawe şîneket
danî mirwarî û lerey sîneket
lencey kotrî û řê řoyneket
gyane nazanim hêzî jyanim
çîye dermanim? bo dił û gyanim?
le yadim naçêt hetakû mawim
hetakû katê ebřê henawim
le ẍerẍerey merg pêwîstî awim
hêşta ew kate way leber çawim
şêwet ebînim řoḧî şîrînim
bot matemînim bînayî û dînim
her toy awazey diłey awarem
hoy şadî, xoşî û řûnîy gilarem
eger to nebî derdî bêçarem
hemdîsan ebřê petî pejarem
kewate gyane megre behane
cergim buryane dił perêşane
tikaye gyane be lencey şîrîn
tozêk were lam dem be pêkenîn
ba le dił derkeyn firmêskî ẍemgîn
îtir nebînîn şîwen û girîn
ca lêwit bêne xem biřewêne
lîkit hengiwîne bo dił betîne