min û sûreguł

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 3 Xulek  407 Dîtin
ey gułî sûrî şêwe xwênawî
boçî etbînim wa bêhenawî?
hemîşe geła çirç û hełwerîw
kiz û damawît bewêney hetîw
aya to ke bonxoş û nazdarî
yadgarî destî gewre û hejarî
hemû kes meste be bonî xoşt
bo şêwey sûrî geşî xamoşt
kîjan etxene ser goy sersîne
cwanîy to dûqat boyan nexşîne
serpêçî afret le kurdewarî
be to řengîne, boçî xembarî?
tu ew yezdaney ke way lêkirdî
ger wełam nedey be destubirdî
çunke aware û wiçanim nîye
ḧez ekem biłêm derdeket çîye
herweha sewday derdedaranim
hawełî mat û lêw bebaranim!
wełamî guł
ey biray kurdî be xot nezanîw
xoşî le diłî hoza qet nedîw
mepirse boçî kiz û damawim
boçî wek hetîw nîye henawim
madam swêndit dam be xway gewre
wełamit edem her çende cewre
min xo le azel sûreguł nebûm
yarî awazey hîç bulbul nebûm
toze xołêk bûm le kurdistana
lejêr dirext û befrî kwêstana
zistanan befir cwan eyparastim
hawînan şemał xoşîy exwastim
bełam ejdadit leser nîştiman
xoyan bext ekird daym bêwçan
hîç derbest nebûn bo xwardinî nan
wek êsta hewłyan nebû bo gîrfan
hemûyan serbest wekû neřeşêr
dengyan eda gişt aza û dilêr
ger bihataye û pêy pîsî dujmin
bikewtaye ser tosqałekey min
hemûyan singyan qełẍan û çek bû
destyan beramber wekû kutek bû
carî wa hebû le şeřî betîn
ekewtine ser yek laşeyan çînçîn
xwênî naw leşyan bewêney lafaw
eřjaye ser min zortirîn le aw
minîş ke awim be xwêne dira
çeştim xwênawî xawen û bira
sewz bûm legeł sûrîy ew xwêne
nîşaney sûrim tołestêne
boye hatme der ke leber çaw bim
leser řêy xêł û lawanî naw bim
bo ewey katê hatne ew nawe
bêtewe yadtan xwêne û řijawe
xwênî cigerî bawik û bapîrtan
îtir kurdîne xotan û şîrtan
herçend xom nwand wekû ałay sûr
eşekamewe be awat le dûr
bełam daxekem ta êsta herwa
kes nîye mafî sûrîm derbixa
minîş letawa her be diłpestî
ta bangewazî řojî serbestî
herwa melûl û mat û damawim
wekû xawenim dîlî naw dawim
êweş ger azan mepirsin le derd
katî koşşe ey hozî neberd
wek baw û bapîrtan her be haşawił
bo nîştimantan bibne yasawił
bimgeşênnewe be mêjûy madî
bimken be gułî řojî azadî