koşkî xeyał

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  437 Dîtin
jyan, çendeha řoj û mang û sał
dirustim ekird koşk be xeyał
kewa her ebêt řojê bitbînim
kem ka firmêskî çawî bêtînim
çaw le beramber bo çaw biřwanê
leşîş lerzey bê û lere netwanê
diłîş kutey bêt be sikaławe
derûnîş qirçey her le penawe
ciger û henaw dabxurpênêt
ta xoşewîstî pere bisênêt
bêcge lewane pirçî qetranît
řûmetî sûrî sêwî yezdanît
lêwî şîrînî ałî hengiwênît
çawî xumarî piř le efsûnît
her yek be corê azarim biden
řeḧetî û xoşîy henawim biben
bełam daxekem eme xeyałe
çunke to dûrî û witem betałe
bełam awatim heta dway jyan
bînînî toye ey řoḧî řewan
keçî êstake xeyał be xełat
«jyan» dênête ber destî «awat»
bo ewey kewa hoş her biław bê
nawî to lecêy wêrd û siław bê
bełam be xeyał piştim nabestim
ebê bêwçan naçar xom hestim
ger lepênawta parçem bû be dû
ebêt bitbînim wek carî pêşû