bextî kurd

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  472 Dîtin
bextî kurd tarîk û tune nayete defter xwasekey
wekû hezar û yek şewe dûrudrêje basekey
ey law û pîr û kîjułey em kate bedbext û şûme
lapeřey mîjû bigeřê ger nîştimanî û řast ekey
***
dêne ber çawit çendeha qorit û xoşî, ceng û hera
çen azadî û neřeşêrî û çen zelîlî çen îftera
lew sawe herdem be corê azadîy jînman çeştuwe
heta êsta her eyçêjîn hoşman nehatuwe besera
***
felek yarîman pê eka û emanxate basuxwas
herdem be corê bûynete gîskekey heyasî xasKes
demê şadî û demê girîn, demê hera û demê esrîn
beweş wazman lê nahênê xoy lê girtûynete mełas
***
bełam swar ew swarçakeye ke koł neda le meyana
herçen birakey bînî le xwên û qułpey giryana
êstaş ême le meyanî ceng û zorayn legeł jîn
pêwîste her serkewîn û pêman biłên hozî dana
***
hîç bewe diłsard nebin ke řehêłe û terze û baran
nîwemanî xiste çołî bebê yane le kosaran
ger řast eken destyat bigirin le xwardin û deretana
yarîderyan ben piř bedił ta dênewe doxî caran
***
giryanim boyan dêt piř bedił ke řołey kurd û weha bin
nek her min betenya bigrîm pêwîste êweş herwa bin
çunke wekû ełên, eger bira le piştî bira bê!
kewate êmeş her birayn yek girin û diłnya bin
***
yek girtine amanciman ey hawxiwênî şîrînanim
qezay hemû kurdistan û kurd bikewê le gişt gyanim
kewate be hemû corê yarîdey lêqewmawan
pêwîstî ser şanme û bo ewan perêşanim