bo koçkirduwekem
Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
2 Xulek
627 Dîtin
azîz wa hatme ser serîneket
hatme ser goře xoł řengîneket
bo ewey tewaw bikem şîneket
maç ekem kêle guł nexşîneket
dête pêş çawim řuwe şîrneket
enałêm, egrîm be hawar û řo
dengî zayełem egate lay ko
cergî buryanim piř buwe le so
sûtawe diłim be kiłpe û pişko
bo to gyanekem koçkirdûy emřo
koçeket birdî gişt şadmanîm
êsta dêwane û kalêwe û fanîm
kes řeḧim nakat be dił buryanim
be xwênî çawî wek awî kanîm
be xesteyetî û be perêşanîm
şerte hetakû emhênin bo lat
henaw berew to sikała bikat
řoḧîş bibête yasawił gişt kat
le dway to diłim nokerîy nekat
tenya bo gelim xoy bext ekat
çunke çon xoşewîstît ezanî
be aşkirayî yan be penhanî
kewa etperist bedił nyanî
her wa pêwîste bom nîştimanî
ke xom bigêřim boy wek qurbanî
çunke hezaran wekû to û emin
le kiç û le kuř, le pyaw, le jin
ke her be hîway nîştiman ebin
bo ew amance komeł ebestin
minîş le destim derçû toy mezin
pêwîste bonî diłdarî piř soz
bikem be xoşewîstî lebo hoz
îtir nehênim nawî diłdar doz
nîştiman bikem be hîway pîroz
şewq bidatewe wek giřî newroz