erkî jyan

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  282 Dîtin
herkes xerîkî karî xoyetî
bo erkî jyan hat û çoyetî
ewey řoḧpak û mirov û jîre
berzîy amancî jyan hoyetî
ewey ke emřo bedkarî eka
sibey ebînê bawkeřoyetî
ewey jyanî gîrodey jane
kem hêzî herdem le ejnoyetî
ew des quçawey pare cem eka
hemîşe wirtey heşt û noyetî
ewey ke merde û kirdarî çake
şadî û řûnakî le asoyetî