ke paret bû

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  235 Dîtin
ke paret bû hemûkes her birate
ewey naynasî dost û aşnate
ełên paşa, ełên aẍa, ełên beg
egerçî bawkî to bênerx û late
eweş çarey giran û nalebare
be wêney koyle herdem wa lelate
berew pîrî eto dên karbedestan
hemûyan çaweřwanî merḧebate
eger paret nebû çaret girane
ełên kabrayekî bê desełate
hemû xizman leto dûreperêzin
le layenyan cinêwit pê xełate