bê çare nabê

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  236 Dîtin
ewey karî hebê bê çare nabê
ewey hoşî hebê bê kare nabê
kesê hewłî hebê ger bo jyanî
beřêz û berze qet petyare nabê
ewey bîrî hebê xo bo dwařoj
umêdî gewreye û aware nabê
ewey řast û dirust û hestî pake
le jîn bê jane qet bê pare nabê
kesê areq biřêjê nawçewanî
temay bo areqî dûbare nabê
ewey dûr bê le meydanî syaset
beşî qet bendî yan sêdare nabê
ewey xoy xiste dway fêł û ḧîle
jyanî xoşî qet lem şare nabê
ewey kirdarî zanist û huner bê
serî her berze qet bê çare nabê
le jîna heybê ger hêz û îrade
be dest bawe wekû kolare nabê