fîzî şa’îr

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  202 Dîtin
min mirovêkim bê fîz û hejar
şî’ir nakeme mayey î’tîbar
xom hełnakêşim biłêm şa’îrim
zor şa’îrêkî berz û nawdêrim
şî’ir le xoya ke zadey heste
nek bo deskewtî hendêk mebeste
ewey be şî’ir ke xoy hełkêşa
bê feřqe lelam ew legeł mêşa
çunke mêş pîşey her gîze gîze
şitêkî pîse û sûk û be fîze
yekêk ezanim lem şa’îrane
xoy wa ezanê mîrî hemuwane
ke xoy gîv eka wek boqlemun
ełê her minim hawtay eflatûnKes
bełam le şî’rî ke wird bîtewe
çende pyadeye eynasîtewe
xwaye ger minîş çûme řîzî ew
gyanim derbikey katî nîweşew