şînname bo ferhad

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  279 Dîtin
kuřî taqane taqe sayem bû
bo berhemî jîn ew sermayem bû
umêdim zor bû ke baş derkewê
le hemû piley jîna serkewê
řewştî pak û awatî çakî
řizgarî bika le gişt ẍemnakî
zor hewłî eda le bo gelî kurd
min agadarim hîmmetî ekird
bełam daxekem be destî napak
xwênî xawênî řêjraye ser xak
řojî umêdim xêra awa bû
bê ser û ber ma herçî dawabû
kuřim şehîd bû le řêy kurdistan
wa min umêdim nema be jyan
řoḧî xawênî be beheşt şad bê
le tirs û pirsî ewlaş azad bê
kuřî şehîdim cwanemerg ferhad
hetakû emirim tom her wa le yad
ewey le pênaw gelîda fîda bê
řojî jyanî qet awa nabê
gerçî endamî lenaw gořaye
řoḧî zor pakî legeł agaye
şehîdî weten mertebey berze
řêz lê girtinî wacb û ferze