le naw bax

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  279 Dîtin
ke yar lêm řenca dwê şew le naw bax
řoyîm dił beẍem heta lûtkey şax
minî bê tawan boç wam beser hat
bûme hawdemî ah û of û ax
leser ew şaxe berze tûşim bû
lawêkî şox û cwan û be demax
witim pêm biłê hoy şadmanît?
çon wek min nebûy tûşî ẍem û dax
witî: gîrodey ewînî yar nîm
bew pîşe pûçe xom nakem nasax
witim: to dyare xam û nefamî
ke ’aşiq nebît to çît qurimsax