namaqułîm kird

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  291 Dîtin
ke tom dagîr kird namaqułîm kird
serim da le berd bê usulîm kird
boç hoş û hestim wa têk çû şêwa?
bem gyane pakey hembû min çîm kird?
zor peşîmanim aramî gyanim
eger çî jîrim min nakesîm kird
bimbexşe tuxwa ke tawanbarim
lasayî pîşey yek serserîm kird
dyare lêm xoş bûy supas bo xuda
le çawekanta oxey be dîm kird