le herla

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  307 Dîtin
ke to dûr bî perêşanim le herla
xerîkî ax û giryanim le herla
ke detbînim ecûłê hestî berzim
jyanim şad û bê jan le herla
ke bo lam hatî gyane pêt ebexşim
hemû deskewt û samanim le herla
le bo toye eger baweř ekey pêm
hemû eş’ar û pexşanim le herla
be tenha çawî min her to ebînê
etoy řûnakî çawanim le herla
ke min cwanperistî kirdewem bê
hejar û dûr le tawanim le herla