bo çî?

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  572 Dîtin
erê ew guł řuwe torawe bo çî
dû çawî sûr buwe û giryawe bo çî?
legeł bawkî meger demqałî bûbû
be serxoşî kewa lêy dawe bo çî?
serim sûřma le pîşey dayk û bawkî
le mała hoy çîye ajawe bo çî?
firîştey ser zemîne yarî cwanim
qij û pirçî ke têk aławe bo çî?
be tenya taqe diłsozî ewm min
leber çî wa le min řencawe bo çî?
le řêgeyda ewestim cûłe nakem
gerçî herwa nîgar lewlawe bo çî?