danîştim

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  402 Dîtin
beramber to ke danîştim
ẍemî dił çî hebû řiştim
ke tûş bûm pałewanî ẍem
be hêzî şadî zû kuştim
le pêş em kate pîroze
hemû taławî ẍem çeştim
le sayey to fîdat bim min
xerîkî zemzeme û geştim
hemûy her xoşîye û bezme
tenîştim hem ber û piştim
le naw yaranî diłxoşa
serok û řaberî giştim
ke pałî pêwenam şadî
be umêdî sefay deştim
egerçî fênke gułşen
hewaxway bayekey deştim