mîwanî to bim

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  414 Dîtin
umêdim zore şew mîwanî to bim
be řoḧ û gyan û ser mîwanî to bim
serim suřma le cwanîy kułim û çawit
fîday kułim û dû çawî cwanî to bim
eger to çî bifermûy cê be cêye?
ebê min milkeçî fermanî to bim
be řoj û şew hemîşe řûm le toye
eşê min bitperistî gyanî to bim
negořawim le astî ’eşqî řûta
ebê her hawdemî caranî to bim