lêm herasî

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  428 Dîtin
lêm herasî gyanekem çîm kirduwe
nawî tom herdem be cwanî birduwe
bê wefa min to peristin pîşeme
ew kesey toy nawî lay min birduwe
bo zyaret řoḧekem ger xom neyem
wa bizane min diłî xom narduwe
kes nîye bêcge le to şadim bika
min jyanî xom be to esparduwe
ew nefamey wîstî diłgîrit bika
kabray mil çeşnî nêrke karduwe