ke toy qîble demit sa bêne qurban

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  10516 Dîtin
ke toy qîble, demit sa bêne, qurban!
leser quble diłim meşkêne, qurban!
were binwaře dû destî ḧenayîm
ḧenayî çî? hemû xo xwêne qurban!
şeqî ke, ẍeyrî ḧubbî toy têda bê,
be destî xot diłim derbêne, qurban!
le bo xełqî xełat bexşanî maçe
xełatî min hemû xo cwêne, qurban!
futûrî çawekanit nanwênî
be nalîNasnava edebî fîtne bes binwêne, qurban!