bê beş nabê

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  475 Dîtin
yarim le şadî qet bê beş nabê
ta maçî nekey kułmî geş nabê
ew naḧezey her pîşey diroye
weha ezanê qet řûy řeş nabê
herçî ke řoḧî pak û xawêne
tûşî azar û derdî leş nabê
perdaxê kewa piř kira le mey
le tenganeda qet bê ẍeş nabê
ewey jyanî herwa mestîye
be çil pyałey bade çeş nabê