espirîn başe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  462 Dîtin
erê bo azar espirîn başe?
ya maçî demî nazenîn başe?
espirîn bo jan da’îmî nîye
maçî dem û lêw her bo jîn başe
ew hengiwîney wa le demî yara
xorakî řoḧe û bo birîn başe
ew qise nerim û şîrîney nîgar
bo hêzî gyan û le bo tîn başe
kesêkî nakes ke êmey řencan
bo ew her řenc û ẍem û şîn başe
legeł hemû kes lem cîhaneda
řûy xoş û watey zor şîrîn başe
«şarîNasnava edebî» lem şare wa derbeder bû
bo ew řêbazî hînd û çîn başe