cwanî taqane

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  475 Dîtin
toyek le cwanî taq û taqaney
yekemîn gułî em gułistaney
toyek xway cwanî em ser zemîney
lay min peykerî sujdey zemaney
hatim ke yek şew le lat bimênim
mayey diłşadî bo em jyaney
legeł ’aşiqa be nirxe hestit
zor dûr le watey bêtam û taney
min her gerekme gyanekem sê maç
le to ke xawen ew kułme cwaney
le perwaza bê ger bazî aza
ke toy dî îtir win eka laney