diłim le to seẍłete

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  488 Dîtin
diłim le to seẍłete
bes lê bide ne’rete
herçende şêtî kirdûm
ew kułim û xał û xete
ba aşnay aştî bîn
heste gyane firsete
ewey hawřazî toye
wa le min bote çete
ey diłî bestey ewîn
şeqamî ẍem řêgete
tenha yek şêwe nîye
diłdarî sed babete
newed û noy şarezam
sedhemî zor zeḧmete
ewey sed řêgey biřî
le jîn beşî ’uşrete