amade nîye
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
659 Dîtin
emřo dił bo ẍem amade nîye
meyl û arezûy be bade nîye
wa le mêşkima cûławe hestim
hestêkî berze hîç sade nîye
be tîşkî xeyał hawřaze yarim
min îtir karim be zade nîye
ke le gułzarî umêda ejîm
keyfim le geştî ser cade nîye
ke yar serçawey xoşî jînim bê
pêwîstîm îtir be made nîye
ew diłşadîye ke pêy bexşîwim
her beşî xome zyade nîye
ewîn řûy kirde her gyan û diłêk
xwakirde karî îrade nîye