bo çî lanada

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  645 Dîtin
yar bo lay ême bo çî lanada
ẍemî derûnman wa be ba nada
bełam umêdim zore be nîgar
hîway xoşîman be hewa nada
řûy řûnakî yar wek karebaye
kes şu’ley giłop be çira nada
yarim řewştî pak û beřêze
cinêw be dost û aşna nada
ewey legeł yar le baẍa jya
gyanî bo beheşt be tema nada
herkes bo jyan xemî xoyetî
bira sermayey be bira nada