kemêk řencabû
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
627 Dîtin
ke yar teşrîfî peyda botewe
yaney diłşadî awa botewe
kemêk řencabû le êmey hejar
legełman hestî wa ça botewe
ewetey emřo ew şoxem dîwe
diłim bo xoşî wirya botewe
yar le naḧezî bed êsta dûre
supas bo xwa ke cya botewe
lew bed řewştey dujminî min bû
estêrey umêd awa botewe
dił hîway zore emřo be nîgar
betemay maçî gona botewe