ebim mest

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  444 Dîtin
be badey sade katê min ebim mest
le mêşkima ecûłê zû be zû hest
leber çawim hemû şit cwan ebînim
be şadî xoy ega bêşk diłî pest
ewey demwîst û zor dûr bû le destim
be asanî hemûym dête berdest
hezar tanem ke lêden xizim û yaran
ke bem tane û witane nîme derbest
bełam lem kate ger yar lêm biřencê
egate naxî dił xêra ẍemî xest