le yekem řoj ke tom dîwe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  468 Dîtin
her le yekem řoj ke min tom dîwe
em diłe çakem be to bexşîwe
min le yarana her to enasim
’eşqit le řoḧ û diłim çespîwe
le ûsûlî ’eşq gelê şarezam
lem kare řêgay řastim biřîwe
wa geyştûme payîzî jyan
gełam le baẍî jîn hełwerîwe
gyanî hejarîm gelê beřêze
xoşîm le jîna ne zêř ne zîwe
wa pêşkeş ekem be yarî şîrîn
le gułşen çepkî gułim çinîwe
ew kese le jîn şadî desgîr bû
le bax û gułzar têr hełpeřîwe