gêjawî xeyał

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  432 Dîtin
suxmey sehołî ban kirasî ał
wa minî xiste gêjawî xeyał
le jêr kirasî birîqedara
dête berçawim cûtê pirteqał
nizîk bûmewe lew newnîgare
le bo temaşay kułim û çawî kał
bo taqe maçê lew dem û lêwe
epařamewe her wekû minał
ew şoxe le min hengiwînî ewîst
bo deskewtinî geřam małe û mał
heta destim kewt gelê mandû bûm
çabû lay neçûm be destî betał