çarey to

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  446 Dîtin
çarey min û çarey to
dinya ekate beheşt
ew pirçe řeşmarey to
min exate derudeşt
***
cwanî dû çawî mestit
wa gêj û wêjî kirdûm
le zor û zebrî destit
kewtûm û nîwemirdûm
***
řêge bide bême lat
temaşat kem têr û piř
řoḧim ekeme xełat
seyrim meke sard û siř
***
çil řojî tir behare
oẍir ekey bo seyran
řeḧimit bê bem hejare
minîş bêm řoḧî řewan