xozge
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
828 Dîtin
xozge bew katey ke to yarî minî aware bûy
xozgey bew satey ke hawřazî diłî bêçare bûy
xozge bew řojey ke to derkewtî katî řojhełat
çaktirîn řûnakî řoḧî xełqekey em şare bûy
xozge bew sałey ke to pîrozî jînit da be min
to firîştey pakî azadî hezar petyare bûy
xozge emzanî le gułzarî beheşta gewre bûy?
çunke şîrîntir gułî bonxoşî em gułzare bûy
xozge cwananî hemû ’alem ehatin řû be řût
ta bizanin to ke serdarî hemû em yare bûy