layqî mexzenî teb’e hemû kenzî ẍezelim

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1031 Dîtin
layqî mexzenî teb’e hemû kenzî ẍezelim
qabîlî zerbî řewace zeř û zîwî meselim
sayeyî paye wekû bałî huma û bazî sipîm
ne wekû bûmî qedem şûm û, ne hemřengî qelim
kewkebey tel’etî şahaneyî tom burhane:
ke leser mudde’î, sułtanî mubîne cedelim
řoj serî kułimte řûnakîy nûrî beserim
şew xemî zułifte tarîkîy tûlî emelim
ḧerekatim sekenat û, sekenatim ḧerekat
çuste sistî, qewîye zî’if û, serî’e keselim
bêş û kem bê şikem û ḧîrs, wekû tîflî řezî’
zawîye bêşkem û, bê şikim û bê ḧîyelem
xwanî zî şanî cîhan hengî xoşahenge, welê
mêşî dem noşim û, dum nêşim û, ’eksî ’eselim
’acîzî şukirî temamî nî’emim ser ta pa
ke ne řîş bełim û, ne kose û, ne kel û goc û şelim
nalîNasnava edebî û sîneyî bêkîneyî çakim, emma
çakî damen teřim û, wişke serabî ’emelim