amojgarî bawik bo kuř

«le farsîyewe wergîrawe»
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  602 Dîtin
bawik:
řołe agadarî xot be neçîye bezmî badewe
nebye dawî yarî xoş û şeng û řûmet sadewe
bêxeber mawî le ḧałî mał û mindał û xêzan
tuş nebûy hêşta bedes derd û ẍemî ewladewe
mesrefî małit nekêşawe û cilit nedřawe qet
danenîştûy qet be kemdestî û diłî naşadewe
kuř:
ey beřêz bawkî ’ezîzim çake pendî to bełam
gencî ’esirim çon erê xom pîr bikem bem yadewe
çon le êstawe wekû jin deste û ejno danîşim
çon diłim řagîr ebê ger neçme bezmî badewe