şikat lay to bê
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
739 Dîtin
şikat lay to bê bo yezdanî gewre
kewa xułqanit em çerx û dewre
em çerx û dewr û seyr û ’entîke
demaxî zana têyda xerîke
mirov û eşya û xułqet gořawe
hîç şitêk le cêy xoya nemawe
hemû şit êsta pêçewaneye
xawenî telar bebê laneye
swałkerî sertun xawen telare
gencefe eka be zêř û pare
seg bo êsqanê kilkî eleqan
êste gałtey dê be goştî beran
ser le cêy pêye û pê le cêy sere
ga le cêy şêr û şêr le cêy kere
diz bote sofî, sofî bote diz
mamz bote seg, seg bote mamz
’alim û pyawî zor têgeyştû
bê nirx û nawin pest û dwakewtû
ew kesey jîre ya xanedane
ya derbedere ya bê nîşane