şî’ir pêwîste

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  486 Dîtin
şî’ir pêwîste teř û awdar bê
ya çaresazî diłî bîmar bê
şî’ir zor başe nerim û nyan bê
newek řeq wekû tełaşedar bê
şî’ir emewê dił bikatewe
wek ẍunçey gułî katî behar bê
şî’ir ke xiroş nebexşê be dił
qet baweř meke bo hîç be kar bê
şî’ir ke hestî to necûłênê
ba le dîwana her nadyar bê
şî’rî piř mana û piř pêç û pena
lay be ba cêgay pena pasar bê
şî’ir netxate ser ’erşî xeyał
meyxiwêne gyane ba tar û mar bê
şî’ir xawên bê wek awî řewan
xorakî řoḧî pakî diłdar bê