mijde bê lêm

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  448 Dîtin
mijde bê lêm yarekem bo lay minî bê çare hat
çaweřêy em hatnem dû sałe wa emcare hat
karesatî diłtezênî sałî pêşû têpeřî
yar ke xoy teşrîfî hêna axrî em kare hat
řojî awatim le řojaway wiłata hate der
sed hezar estêre seyre řûbeřûy em yare hat
her ke yar derkewt le aso leşkirî tarîkî řoy
şewq û řûnakî be carê bo diłî aware hat
dûr kewn ey naḧezan xo bawî bedkarî nema
wa firîştey řûgeş û şîrîn berew em şare hat
ew keser cerg û diłî sed pare bo pêraw û par
çeşnî mar cułayewe emsał ke nawî pare hat