bê beş le şadî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  378 Dîtin
be qurbanî xwa bim boçî le şadî bê beşî kirdim
lenaw xawen diłana şermesar û řûřeşî kirdim
le gułzarî jyanda ’aşiqêk bûm zîrek û diłsoz
keçî řûmet gułim meḧrûmî seyrî řûy geşî kirdim
pizîşkî şarî ême çarî zamî řoḧ û dił naka
beszimane temaşay zam û azarî leşî kirdim
firîştey bextyarî her ke dîmî dûrbedûr westa
keçî şeytanî bedbextî be çustî baweşî kirdim
hetakû to ehatî gyane hatim bû le komełda
bełam katê nehatî zû nehatî fêrî ẍeşî kirdim