hewałî dił le kê pirsim

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  468 Dîtin
min ew yare diłî birdûm hewałî dił le kê pirsim
lemin torawe řûmet guł şikatî guł le kê pirsim
be komeł bilbil û qumrî le baẍa mestî diłdarîn
qise û awazî şîrîn ḧisabî çił le kê pirsim
herçî hawřazme wek min serapa mest û sersamin
sikałay diłtezênî xom le kam ’aqił le kê pirsim
le giryan û le ahî min gelêk bêzare diłdarim
îtir sozî derûnî ’aşiqî bêdił le kê pirsim
kemirdin dwa beşî jîne ebê boçî bitirsim min
îtir bas û qisey goř û mizar û gił le kê pirsim