des nakewê
Li pirtûka:
            Çepkê Guɫ û Xunçe
        Berhema:
                Elî Arif Axa (1910-1996)
        
             1 Xulek
             1176 Dîtin
        
        
    derd û ẍemim zore welî çare û dewa dest nakewê
hewr û tem zore ke pêy laçê hewa dest nakewê
diłişkawanî destî diłdarî zorin bê şumar
bê newa cem bûnewe bo neynewa desnakewê
řût û qut û lat û lutin dêne meydanî jyan
bo emane qondere û sełte û kewa dest nakewê
nalebar û naḧezan xoyan eden bo şeř ḧeşar
daxe bo diłyan helêkî nařewa dest nakewê
her kesêk hat û çiray bextî şika tarîk ejî
şewq û řûnakî le ẍemxane ewa des nakewê