derbeder bûm

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  451 Dîtin
derbeder bûm quřbeser bûm bê kes û aware xom
dił bedaxim keylî axim dûrî ew diłdare xom
lane wêran pest û ḧeyran şêtî herd û deşt û kêwan
wişke lêwim jehre şêwim mesxerey em şare xom
kwanê xizman çaresazê derdî dił bêt çareka
lem xerabatî cîhane ’aciz û bêçare xom
gerdinim zincîrî zîllet xwar û larî kirduwe
êste wek zencî le cengeł pet lemil yetyare xom
zor kesasim bêḧewasim řenge řengî kes nenasim
xawenî meẍzêkî kasim řûřeşî ew yare xom
mat û bê hest û hejarim pestî destî řojgarim
řêřewî bê îxtyarim wek dezûy kolare xom