hêrşî ẍem

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  462 Dîtin
pêm ełên goranî xoş daxî diłî pê la eçê
em qise bêhudeye û baye belay gwêma eçê
hêrşî ẍem řû bikate kêwî poła eygirê
řêgrî ew hêrşe ger řostemîşe tya eçê
cogeley firmêskî çaw têkeł be xwênî dił ebê
dyare řûbarî bexuř xêra berew derya eçê
min leřêy ew yareda kirdarî ferhadîm heye
gerçî zanîwme kewa řencim behêzî ba eçê
ba biçim bo deştekey mecnûnKes ke řûy têkirdiwe
çunke her «diłbexşerê» bo xizmetî leyla eçê